Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Matthew Miller got ku dewletên ku peywendîyên wan bi Hamasê re hene divê wan peywendîyan jibo berdana dîlên di destê rêxistinê de bi kar bînin.
Miller hişyarî da ku peywendîyên bi Hamasê re dê ne wek berî yên êrîşên 7’ê Cotmehê bin.
Rojnamevanekî di brîfînga rojane de bi bîr xist ku hin endamên Kongresê dawîya Cotmehê ji Wezîrê Derve Antony Blinken re nameyek şandibûn û ji wî xwestibûn ku ser peywendîyên bi Hamasê re zextan li Tirkîyê bike.
Wî rojnamevanî ji Miller pirsî ku ka Amerîka jibo Tirkîye piştgirîyê nede Hamasê ti gav avêtiye yan ne.
Miller ser vê pirsê got ku wan bi awayekî eşkere helwesta xwe nîşan daye ku wê peywendîyên bi Hamasê re ne wek yên berî 7’ê Cotmehê bin.
Wî bi berdewamî dîyar kir ku wek vebûna derîyê sînor yê Refahê divê peywendîyên bi Hamasê re jibo berdana dîlan werin karanîn.
Berdevkê Wezareta Derve bi bîr xist ku bi vebûna derîyê sînor yê Refahê re alîkarî derbaz bûne û hemwelatîyên Amerîka û yên dewletên din ji herêmê derketine.
Miller dîyar kir ku ew jibo demên dirêj dibêjin ku ewê peywendîyên bi Hamasê ne wek yên berî 7’ê Cotmehê bin.
Îsraîl dîyar dike ku bi êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê 1400 kes hatine kuştin û 240 kes dîl hatine girtin.
Karbidestên Filîstînî didin zann ku ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşên Îsraîlê de pirtir ji 11,000 kes hatine kuştin.