Li Wanê Bertekên Ser Gulebarandina Mînîbûsa Penaberan Didomin

Dîmeneke ji qada bûyerê,Saray, Wan, 3 Tîrmeh,2022.

Li bajarokê Saray ya Wanê do Yekşemê leşkerên artêşa Tirk gule ser mînîbûsa penaberan barand.

Medya xwecîhî ragihand ku di êrîşê de zarokek hatiye kuştin û 4 ji wan giran, 12 kesên din jî birîndar bûne.

Dîmenên ku piştî bûyerê hatine kişandin û belav kirin bûne sedema bertekan.

Walîtîya Wanê bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku leşkeran xwestîye mînîbûsa di bin kontrola qaçaxçîyan de bû, bidin sekinandin; lê tevî hişyarîyê ew nesekinîye û leşkeran jî jî gule berdaye tekerên wê.

“Di 3’ê Tîrmehê de dema wesayîtek bi gumana ku ji alîyê taxa Koçbaşî ve ber bi taxa Karahîsara bajarokê Seraya ve diçû; li xala kontrolê leşkeran xwest ku wê bidin rawestandin. Lê, mînîbûsa gumanbar ranewstst û hewld da ku bajo ser leşkeran û bi reve. Leşkeran jî biarmanca rawestandina mînîbûse gule berda tekelên û da sekinandin,” Walîtîyê got.

Wê da zanîn ku ji mînîbûsê de 40 penaber derketine.

Walîtîyê her wiha ragihand ku guleyeke ku ji hêla leşkeran ve hatiye avêtin ji tekelê mînîbûsê zivirîyê û bûye sedema kuştina zarokê penaber.

Wê hevdem got ku wan bo desteserkirina qaçaxçî û ajokarê mînîbûsê xebat daye destpê kirin.

Piştî hejmareke hejmarek sazîyên sîvîl çûn qadaê bûyerê û çavderîyên xwe tomar kirin.

Di nava wan sazîyên sîvîl de Komela Mafên Mirova (ÎHD) de jî hebû.
Serokê şaxa İHD'ê ya Wanê Mehmet Karataş dibêje ku daxuyanîyên şahidan, gotarên walîtîyê vala der dixe.

“Me li gel muxtar û şahidên bûyerê, ger pêk anî û wan got ku leşkeran û cerdevanan xwastiba, dikaribûn hemîyan desteser bikin, lê wan bi kefî li mînîbûsa penaberan gule barandî ye. Herwiha piştî rawestandina mînîbûsê jî gulebarandina leşkeran berdevam kirîye, “ Karataş got.

Karataş hemberî daxuyanîya walîtîya Wanê derdikeve û dibêje ku guleyeke rastî serê zarokekî 4 salî û dayîka wî û hejmarek zêde penaberên din hatiye.

Endamên şandeya sazîyên sîvîl li şahidên bûyerê, welatîyên li heremê guhdar kir û piştre li qadê lêkolîn kirin.

Çavêrêye ku şandeya sazîyên sîvîl di demek kin de demek nêz de rapora xwe ya di derbarê bûyerê de raporeke amade bike û bi raya giştî re parve bike.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Li Wanê Mînîbûsa Penaberan Hat Gulebarandin