Li Wanê 1533 Koçber Hatin Desteser Kirin

Penaber li Wanê

Walîtîya Wanê ragehand ku di encama operasyonên leşkerîyê de, wan di navbera 7 û 13’ê Sibatê de 1533 koçber û 24 qaçaxcî desteser kirine.

Li gor daxwuyanîya nivîskî ji wan koçberan 1530 ji Afganistanê, 2 ji Turkmenîstanê û 1 jî ji Iranê koç kirine Tirkîyê û ew li ser sînor û navenda bajarê Wanê hatine desteser kirin.

Hêzên ewlekarîyê bo desteserkirina penaberan û qaçaxcîyan di nava hevtîyêkê de 37 operasyon pêk anîne û herwiha wan heta nihe dest danîye ser 9 meşîneyên qaçaxcîyan.

Derheqê 24 qaçaxcîyan de pêvajoya darizandinê destpê kir û koçberên ku hatin desteser kirin jî veguhastin Nevanda Paşveşandina Koçberan ya Wanê.

Îsal li herema Wanê bi taybet ser sînorê Îranê û Tirkîyê zivistaneke dîjwar derbaz dibe û tevî vê yekê koça penaberan berdevam dike.

Pîranîya koçberan ji Afganan pêk tê ku piştî desthilata Talîbanê ya Afganîstanê, hewil didin ji welatê xwe derbikevin û li ser Tirkîyê re xwe bigihînin welatên Ewrupayê.

Serokê Komela Mafên Mirovan (ÎHD) ya Wanê Mehmet Karataş got ku tevî mercên zivistana dijwar hatina penaberan berdevam dike.

“Wek tê zanîn îsal zivistaneke dijwar heye û hin jî berdevam dike. Di vê rêwingiyê de hejmarek penaber ji sermayê û êrîşên ajalên kovî canê dan. Herwiha koçber jibo pereyî ji alîyê qaçaxcîyan ve tên revandin û kuştin jî.”

Karataş dibêje ku koçber an dikevin destê qaçaxcîyên, an jî dikevin destê dewletê û di nava mercên xirab de tên girtin.

Li gor daneyên Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê ji serê sala 2021’an vir ve nêzî 90 hezar koçberên Afgan hatine desteser kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

AA_16_03_22_Desteserkirina_Penaberan