Hatina penaberan yên ji Afganistanê berdevam dike û di dema vê rêwîtîyê de hejmarek penaberan jiber şert û mercên zivistanê yên tund, canê xwe ji dest didin.
Li ser sînorê bajarê Wanê û Îranê termê 2 penaberên Afganî, yêk jîn û yek mêr hatin dîtin. Termên penaberan ji alîyê gundîyên Amanyorta ya bajarokê Serayê ve hat dîtin.
Gundîyan dan zanîn ku penaberan jiber sermaya dîjwar û bahozê canê xwe ji dest dane.
Hevdem, heman gundîyan îdia kir ku termê penaberan ji alîyê leşkeran ve ji sînor hatiye dur xistin.
Lê, heya ev raport dihat amadekirin Walîtîya Wanê derheqê vê mijarê de çî daxuyanî ranegihandîye.
Rêvebirê Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) yê Şaxê Wanê Hamdî Bayhan ji Dengê Amerîka re li ser mijarê axifî.
Hamdî Bayhan dîyar dike ku li gor lêkolînên wan di 3 sê salan de, tevî wê bûyera herî dawî bi tevahî 51 penaberan bi sedema sermayê canê xwe ji dest dane.
“ Li ser sînor gelek penaber jiber sarmayê jîyanên xwe ji dest didin. Heta niha di nava 3 salan de li gor tespîtên me 51 panaberan bi heman sedemê cenê xwe ji dest dane, ” Bayhan got.
Bayhan destnîşan dike ku tevî şertên dijwar yên zivistanê jî hatina penaberan didome û mixabin di dema vê rewîtîyê de, bûyerên pir xwemgîn pêk tên.
“Herî dawî di serê vê mehê de dayîka ku hewil dida li gel zarokên xwe ji ser sînor Îranê derbazê Tirkîyê bibe rastî şert û mercên dijwar yên zivistanê hat. Wê bi armanca zarokên xwe ji sermayê biparêzê goreyên xwe ji lingê xwe derxist û xiste destê zarokên xwe. Di encamê de mixabin dayîka penaber ya Afganî canê xwe ji dest da û her 2 zarokên wê jî birîndar ji hêla gundîyan ve hatin xilas kirin.”
Li gor raporên ÎHD’ê ya li Wanê 51 penaber bi sedema sarmayê, 68 penaber li behra Wanê jiber bin avbûna belamê û herî kêm 42 penaber jî di rûdanên trafîkê de canê xwe ji dest dane.
Your browser doesn’t support HTML5