Li bajarokê Rêya Armûşa (Îpekyolu) ya Wanê, Mesut Babatê 42 salî jiber ku nekarî debara malbata xwe pêk bîne, li mala xwe dawî li jîyana xwe anî.
Babat bavê 6 zarokan bû û zarokê wî yê herî biçûk jî 3 mehî bû.
Ew berî 4 salan li Bajarvanîya Wanê karmendê paqijîyê bû, lê piştî ku di sala 2016’an de Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê dest danî ser şaredarî, Babat û 355 karker û karmend ji kar hatin derxistin.
Birayê wî Veysel Babat ji Dengê Amerîka re got ku kekê wî bi rêya dadgehê sê caran jibo vegere ser kar maf bi dest xistibû, lê bajarvanîya di bin rêveberîya qayum de ew wernegirt.
“Birayê min mirovekî baş bû û welatparêz bû. Mixabin wî jiber rewşa aborî dawî li jîyana xwe anî û 6 zarokên wî sêwî man. Di nava gel de xizanî pir zêde bûye û gelek malbat di bin mercên dijwar de dijîn.”
Your browser doesn’t support HTML5