Baroya Wanê Ser Roja Mafên Mirovan Preskonferas li Darxist
Baroya Wanê bi mebesta 10’ê Berfambarê roja mafê mirovan ya cîhanê, preskonferansek li dar xist.
Li ser navê baroya Wanê, parêzer Nazan Ozgokçe daxuyanî xwend û bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan.
Ozgokçe got ku di nava vê salê de hember rûniştvanan, penaberan, rojnamevanan, jinan, zarokan, astengberan, xwezayê û mafê rêxistinbûyîn û azadîya raman tawan hatine kirin.
Serokê Komîsyona Mafê Mirovan yê Baroya Wanê Kadîr Kutevî jî got ku li Tirkîyê ferasetan hember mafê mirovan di rewşek xirab de ye.
“Li Tirkîyê pir zêde mafê mirovan tên binpê kirin, jiber ku sîyasetvanên Tirk herî zêde ser nijadperestîye propagandayê dikin. Divê ev hişmendîye were guhertin.”
Kutevî dibêje ku ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve pir suç tên kirin û lê jiber ku hêvîya rûniştvanan ji dadgehan tine, serî li dadgehan nadin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Neteweyên Yekbûyî 72 sal berê 10’ê Berfanbarê wek roja mafê mirovan ya cîhanê pejirandibû.
NY hîngê belgenameya bingehîn ya Mafê Mirovan ragihandibû ku Tirkîyê jî di nava vê peymanê de cîh digire.
Your browser doesn’t support HTML5