Li Wanê doza ku ser kuştina rûniştvanê bi navê Nurettîn Karakoç hatiye vekirin, têkilîyên qaçaxçîyan û leşkerên Tirk yên ser sînorê Tirkîyê û Îranê tîne ber çavan.
Di dosyayê de axaftinên telefonê yên di navbera leşkeran û qaçexçîyan de derketin holê. Di vê çarçovê de Dozgerîya Leşkerî ya Wanê jî ser tekilîyên van kesan şemayek pêşkeşî Dozgerîya Ebaxê (Çaldiran) ya Wanê kir.
Di şemayê de tê îdia kirin ku 3 kes wek serokê rêxistina qaçaxçîyan û ligel 5 leşkerên Tirk, 15 kes jî wek endamê rêxistina qaçaxçîyan hate nîşandan. Tevî hemû delîlan jî doz di asta lêpirsînê de ji alîyê Dozgerîya Bajarokê Ebaxê (Çaldiran) ve hat betal kirin.
Mahmut Kaçan, parêzerê malbata Nurettin Karakoç jibo ku doz careke were vekirin, serî li Dadgeya Destûrîya Tirkîyê da. Dadgehê bîryara Dozgerîya Bajarokê Ebaxê li gor qanûnan, di cîh de dît û serlêdana parêzer Kaçan red kir.
“Piştî kuştina Nurettin Karakoç, Dozgerîya Ebaxê Wanê telefonên leşkeran û qaçaxçîyan jibo demeke dirêj guhdar kiriye. Di axaftinan de derketiye ku komên qaçaxçî ferman didin leşkerên Tirk û di navbera wan de de hevkarîyek heye. Herwiha Dozgerîya Leşkerî ya Wanê jî ser vê koma qaçaxçîyan, şemayek jî amade kiribû. Di nava vê şemayê de leşkerên Tirk jî wek endamên koma qaçaxçîyan hatibûn nîşandan.”
Kaçan îdia dikev ku tevî hemî tespîtan, serê wê bûyerê jî mîna dozên din yên dijî leşker û polîsan hat girtin û ti kes nehat ceza kirin.
Kaçan da zanîn ku ewê wê doze bibin pêş Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupayê.
Hêjayî bîrxistinê ye ku di 15 Tebaxa 2013’an de rûniştvanên bi navê Nurettîn Karakoç û Feyyaz Karadenîz ji bajarokê Ebaxa Wanê bi qaçaxî derbazî alîyê Îranê bûbûn.
Li gor gotinên Karadenîz, piştî ku wan serdana xizmên xwe kiriye, di vegerê de li ser sînor, ji alîyê leşkerên Tirkîyê ve hatine gulebarandin û Karakoç hatiye kuştin, ew jî birîndar bûye.
Dû re, ser kuştina Karakoç lêpirsin hat vekirin û tekilîyên di navbera qaçaxçîyan û leşkerên Tirk de bûbû mijara dozê.
Your browser doesn’t support HTML5