Li Wanê Hevserokên HDP’ê û DBP’ê Hatin Desteser Kirin

Li Wanê serê sibê polîsan êrîş birin ser jimareke malan û 6 kes desteser kirin ku di nav de hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede, hevserokê DBP’ê yê Wanê Okkeş Kava û Dayikên Aştî jî hene.

Hat zanîn ku 6 kes bi heceta tevlîbûna daxuyanîya çapemenîye bûne, hatin binçav kirin.

Hevseroka DBP’ê ya Wanê, Aynur Tarhan bertek nîşanî operasyonên polîsan da û got ku bi salan e ev zûlm ser wan didome.

Cîgirê hevserokê HBDP’ê ye Wanê Azîm Yacan jî got ku derîyen malên hevalên wan hatine şikandîn û ew bi wî awayî hatine binçav kirin.

“Tiştê ku îro hatiye kirin nîşan dide ku ew dixwazin sîyasêta me bê bandor bikin,” Yacan got.

Kesên ku hatîne desteserkirin wiha ne: hevserokê HBP’ê yê Wanê Umît Dede, hevserokê DBP’ê yê Wanê Okkeş Kava, cîgirê hevserokê HDP’ê yê bajêr Handan Karakoyun, hevseroka HDP’ê ya Payîzava Sînem Malal, endamên Meclîsa Dayikên Aştîyê Xemê Akdogan û Cahîde Olmez.

Your browser doesn’t support HTML5

AA_12_21_2018_HDP_DBP

Kerem kin bo guhdarîkirina vê raportê fayla deng ya jêr vekin: