Tevî Astengîyan Doktarên Wanbê Grev Pêk Anî

Nexweşxaneya Heremî ya Wanê

Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) li seranserî Tirkîyê îro roja Çarşemê bi armanca balbikişandina ser şert û mercên zehmet, grev li dar xist.

Li Wanê jî doxtorên û karmendên saxlemîyê serê sibê dest bi grevê kirin û ji bilî nexweşên lezgîn, muayeneya nexweşan dan rawestandin.

Lê serokê Odeya Doktorên yê Wan û Colemêrgê Huseyîn Yavîç got ku rêveberîya Nexweşxaneya Dursun Odabaşî ya Wanê û hin nexweşxanên din, navên karmend û doktorên ku beştarî grevê bûyî tomar dikin û gefa ceza kirinê li wan tê kirin.

"Mixabin ev demek dirêje em ve pirgirêkê jîyan dikin. Me îro li hember tundîya ser doktoran, mercên giran yên kar û pirgirêkên aborî grev pêk anî. Lê hin rêveberîyên nexweşxaneyên bajarê Wanê jibo ku doktor, dest ji grevê birdin, gefa ciza kirinê li wan tê kirin. Em vê helwesta wan şermezar dikin.”

Yavîç bi bîrxist ku wan di 23 Mijdarê de xwepêşandan bi navê ‘meşa sipî’ pêk anîbû û piştî wê jî rewşa pirgirêkên doktoran li parlamantoya Tirkîyê hatibû rojevê.

“Pêşnîyar qanûna ku bo sererastkirina rewşa doxtoran ya aborî, ji alîyê dengên Partîya Dad û Pêşveçoyînê (AKP) ve hat red kirin."

Li gor pêzanînên TTB’ê îsal herî kêm 8 hezar xebat karên saxlemîyê jiber barê giran yê pandemîyê, ji dest kar berdan û derbazî nexweşxaneyên taybet bûne. Li gor heman jêderê hersal hezar doktor hewil ji Tirkîyê derbikevin.

Doktorê ku nexwast navê xwe bêje, got ku îsal gelek hevalên wî jiber mercên xirab ji Tirkîyê koç kirin welatên bîyanî.

Ji alîyê din vê Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê (SES) ya Wanê bi heman mebestê xwest li ber avahîya Nexweşxaneya Heremîya Wanê xwepêşandanekê li dar bixe, lê hêzên ewlekarîyê bi sedema qedexeya Walîtîya Wanê ew asteng kirin.

Me îdiayên Yavîç ku gotibû rêveberîya Nexweşxaneya Dursun Odabaşî ya Wanê gef li kesên ketine grevî dike, ji nexweşxanê pirsî lê wan bersiv neda.

Your browser doesn’t support HTML5

AA_15_12_21_Greva_Doktaran