Li bajarokê Elbaka Wanê ku li ser sînorê Îran û Tirkîyeyê dimîne, bi pîle 3.5 û 4.8 du erdhejî qewimîn.
Li gor agahîyên Çavdêrgeha Kandîllî ya Stenbolê erdhejî 5 kîlometre kûrahîyê de çêbûye.
Di encama erdhejîyan de ti zararên can û mal pêk nehatin, lê ew di nava rûniştvanan de metirsî çêkir.
Erdejî, tevî navenda Wanê û Colemêrgê, li bajarê Urmîyeyê Îranê jî hate hês kirin. Piştî van erdejan li heremê hejmarek zêde erdhejên biçûk jî pêk hatin.
Gundê Qeşqola Elbakê ku navenda erdhejî ye, welatîya metirsî derbaz kiriye. Muxtarê gund Zubeyît Zenge got ku ew nikarin têkevin malên xwe.
“Erdhejî şev dema em di xewê de bûn çêbû. Em pir tirsîyan û derketin ber derî. Jiber erdhejê dîwarên malan derizîne. Em li gund 500 kes dijîn. Li ser rûniştvanan metirsî heye. Ew nikarin têkevin malên xwe. Em bang li karbidestan dikin ku alîkarî bidin me.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di sala 2011’an de li Wanê du erdhejî pêk hatibûn û bi giştî 604 kes hatibûn kuştin û 2,262 avahî hilweşîbûn.
Your browser doesn’t support HTML5