Hêzên Ewlekarîyê yên Tirkîyê îro Înê li bajarê Wanê bi ser 55 malan de girtin û 47 kes desteser kirin.
Kesên desteserkirî bi îdîaya “endamtîya Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH)” tên tawanbar kirin û rojnamevan Yunus Duman jî di nav wan kesna de cîh digire .
Dîsa di çarçoveya heman oparasyonê de, hêzên ewlekarîyê pêşîya otomobîla parlamanterê Partîya Demokartîk a Gelan (HDP) yê Wanê Murat Sarisaç birî û Endamê Meclîsa HDP’ê Yunus Durdu, ku di otomobîla wî de bû, bi darê zorê ji otomobîlê derxistin û desteser kirin.
Li gor agahîyen ji parêzeran hatine wergirtin, kesên hatine desteser kirin, di rêveberîya hêzên ewlekarîya Wanê de tên girtin û jibo wan qedexeya hevdîtina parêzeran ya 24 seetan hatiye dayîn.
Duh Pêncşemê jî Hevseroka berê ya HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabulak û Endamê Dîwana Kongreya Civata Demokratîk (DTK) Fîkret Dogan dîsa hatin zîndan kirin.
Karabulak û Dogan di 10’ê Sibatê de tevî 3 sîyasetvanan derketibûn pêşpêberî Dadgeha Cezayê Giran a Wanê û di encama darizandinê de hatibûn berdan.
Piştî dozger îtiraz li vê biryarê kir, careke din jibo wan 5 sîyasetvanan dadgehe bi îdîaya “endamtîya Partîya Karkerên Kurdîstanê (PKK)” biryara zîndan kirinê da û ew hatin girtin.
Hevserokê HDP’ê yê Wanê Okkeş Kawa, dîyar kir ku li bajêr cardin li hemberî wan pêkutîyên dewletê zêde bûne û hevalên wan yên ji alîye dadgehê vê hatinê berdan dîsa bi avayekî der hiqûqî hatine zîndan kirin.
“Dîsa ev çend rojin li Wanê faşîzimê xwe nû kiriye û li hemberî partîya me operasyonan dikin. Nêzî 50 endamên partîyama me hatine girtin. Kesên îro jî hatine desteser kirin, tevahî xebatkar û endamên partîya me ne.”
Rojnamevan Zeynep Turgut jî derbarê rojnamevanê Ajansa Mezopotamya Yunus Duman de agahî da. Wê got ku derbarê sedema girtina Duman de heta niha ti agahî nehatine wergirtin û hevdîtina parêzer ligel Duman jî hatiye qedexe kirin.
Hêjayî bibîr xistinê ye ku ligor Sendîkeya Rojnamevanan a Tirkîyê (TGS) 84 rojnamevan niha di zîndanan de ne.
Herwiha li gor daneyên ji medyayê hatine wergirtin, 9 parlamenter, 23 hevbajarvan û bi hezaran sîyasetvanên HDP’ê jî hatine zîndan kirin.
Your browser doesn’t support HTML5