Li Wan, Amed, Agirî, Îdir, Bidlîs û Colemêrgê di encama serdagirtina malan de hevseroka Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Yadîşen Karabulak jî di nav de 23 kes hatin desteser kirin.
Rêvebirîya Ewlekarî ya Wanê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku operasyon ji alîyê serdozgerîya komarê ya Wanê, bi avayekî hemdem hatiye kirin. Di daxuyanîyê de hate dîyar kirin ku 23 kes bi îdîaya “endamtîya rêxistinê” hatine desteser kirin.
Rêvebirîya Ewlekarîyê herwiha got ku kesên desteserkirî piştî muameleyan wê derkevin pêşberî dadgehê.
Parlamanterê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç hember desteserkirinan bertekeke tund nîşan da.
“Dema mijar dibe Kurd û Kurdistan ti delîl ji wan re pêwîst nake. Ev hevalên me hemû sîyasetvan in û ti sûçê wan tuneye. Lê, ew bi tawanên nehiqûqî hatine desteser kirin. Bi vî awayî dixwazin peyam bidin gel ku dev ji têkoşînê berdin. Lê, ev gel ti car li hemberî van zextan serê xwe natewîne.”
Li alîyê din, serdozgerîyê Wanê derbarê hin hevşaredarên jin yên HDP’ê û aktîvîstên jin ên ku tevli meşa protestoyê bûbûn, lêpirsîn da destpê kirin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku herî dawî li bajarê Mûşê 7 endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr yên endamên HDP’ê ji peywirê hatin dûr xistin û derbarê wê yekê de ti sedem nehatibûn dîyar kirin.
Your browser doesn’t support HTML5