Hêzên Ewlekarîyê li Wanê Erîşî Xwepêşandana DBP’ê Kir

Your browser doesn’t support HTML5

DBP xwest li Wanê xwepêşandanek pêk bîne, lê hêzên ewlekarîyê jiber qedexeya walîtîyê destûr neda
Partîya Heremên Demokratîk (DBP) xwest li Parqa Feqîyê Teyran ya Wanê xwepêşandanek pêk bîne, lê hêzên ewlekarîyê jiber qedexeya walîtîyê destûr neda û derdorê Parqa Feqîyê Teyran dorpeç kir.

Xwepêşandaneran jî li ser cadeya Cumhuryetê kom bûn û tevî hemî astengîyan dest bi meşê kirin.

Dema xwepêşander giheştin ber derîyê Walîtîya Wanê hêzên ewlekarîyê bi guleyên plastîk, ava şidandî û bombeyên gaza rondikrêş êrîş kirin.