Li Wanê Bandora Kirîza Aborî Çîye?
Li Tirkîyê nirxê lirayê Tirkî (TL) li hember nirxê pereyê bîyanî her dice dikeve û krîza aborî kurtir dibe. Li gor daneyên roja Înê 1 dolar 9,72 û 1 Euro jî 11,23 Lîraya Tirkî ye.
Li gel vê yekê herî zêde buhayê enerjîyê zêde bû. Di nava sala 2021’an de buhayê gaza xwezayî 65 jî sedî û ceyran jî 50 jî sedî zêde bûye.
Li gor daneyên Odaya Bazirganî û Pişesazîya Wanê (VANTSO) di 2020’an de li bajêr 195 kompanyan dest ji kar vekişîne.
Serokê Komela Karsazên Wanê (VASIAD) Şemsettîn Bozkurt dibêje ku jiber zêdebûna nirxê dolar yê li hember TL êdî kompanya nikarin hilberînê bikin.
“Tenê di dawîya mehekê de buhayê dolar û euro yê 15 ji sedî rabûye û bi vê yekê li derdora 50 ji sedî buhayê enerjîyê zêde bûye. Ev yek jî yek ser karsazên ku karê hilberînê dikin, elakadar dike. Jiber ku hem di bazara hidurîn de û ya derve de dolar tê bikar anîn.”
Bozkurt got ku sedema krîza aborîyê bi rewşa sîyaseta Tirkîyê ve girêdayî ye.
“Sedema daketina nirxê TL ne sedemek teknîkî ye. Rewşa aborîya Tirkîyê bi sedema bê hiqûqê û bê edaleta ve girêdayî ye. Niha hejmarek karsaz, akademîsyen û sîyasetmevan jiber ramanên xwe li zîndanê ne û herwiha bi vê yekê Tirkîyê bûye zîndaneke vekiri.
Bozkurt da zanîn ku dema hiqûq ne li gor rêgezên hiqûqa nevnetewî be, karsaz jî naxwazin li Tirkîyê kar bikin û herwiha kesên ku derfet dibînin ji welêt direvin.
VANTSO radigihîne ku di 2020’an de li Wanê derkirîn 58 ji sedî û derfirotinê jî 86 ji sedî kêm bûye.
Your browser doesn’t support HTML5