Li Bajarê Wanê Bandora Krîza Aborî Kûrtir Dibe

Your browser doesn’t support HTML5

Li Tirkîyê bandora krîza aborî kûrtir dibe û buhayê tiştan zêdetir dibe.

Rûniştvanên bajarê Wanê dibêjin ku jiber krîza aborî êdî ew nikarin debara xwe pêk bînin û nikarin bo zarokên xwe nan bikirin. Li Wanê rûniştvan herî zêde ji buhabûna xwarin û vexwarinê, elektîk û mazotê gazincan dikin.

Çend rûniştvan û firoşkarên bajarê Wanê derheqa rewşa wan ya aborî nêrînên xwe bi xwendevan û temaşevanên me re parve dikin.