Hevşaredarên Bajarên Mezin yên Wan, Amed û Merdînê ji alîyê Wezareta Karê Navxweyî ve ji kar hatin dûr xistin û li şûna wan qeyûm hatin dîyar kirin. Ligel biryara wezaretê, hêzên ewlekarîyê avahîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê dorpêç kirin û lêgerîn dan destpê kirin.
Wezaretê di daxuyanîya xwe ya nivîskî de jibo dûr xistina hevşaredaran, dozên derbarê wan de hatine vekirin kire sedem.
Hevserokên Bajarê Mezin yên Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci, parlamenterên Partîya Demokratîk a Gelan HDP’ê û komek rûniştvanan xwestin biryarê şermezar bikin, lê rastî mudaxaleya polîsan hatin.
Piştî van geşedanan Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan derbarê mijarê de axivî:
“Ev biryareke nehiqûqîye. Li hemberî vîna gel darbeyeke û nerewaye. Hêj lêpirsînên derbarê me de hatine vekirin encam nedane. Tevî vê rewşê bi sedema van lêpirsînan em ji kar hatin dûr xistin. Ev yek nayê qebûl kirin. Em li bang hemû alîyan dikin ku li hemberî vê biryara derhiqûqi bibin yêk û dengê xwe bilind bikin.”
Herwiha li Wanê sazîyên civakî, partîyên sîyasî, komele û sendîkayan bi preskonferansan bertek nîşanî biryara wezaretê dan.
Your browser doesn’t support HTML5