Baroya Wanê bi preskonferasekê bertek nîşanî desteserkirina parlamantera Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzelê kir.
Dîmenên Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîyê nîşan dabûn ku Guzel piştê ve hatiye kelepçe kirin û hêzên ewlekarîyê hewil didin serê wê bitewînin.
Baroya Wanê dîyar kir ku muameleya dîjî Semra Guzelê dîjî hiquqê û mafên mirovan e.
“Bêhiqûqîya hatiye jîyandin jî alîyê hêzên ewlekarîyê bi xwe hatiye kirin ku ew wek cîh anîna qanûnan pêyvîrdarin. Lê ev sazî bi zane ku ev suçe pêk anîne û ev dibin sedema cudabûn û qut bûna têkilîyên civatê.”
Parêzer Savaş Avci dibêje ew wek baroya Wanê êşkenceya dîjî Guzelê qebul nakin û ne tenê dîjî parlamanterekê dîjî hemî kesan em vê êşkencê red dikin.
“Dibe ku parvekirina wan dîmenan armancek sîyasîya hikumetê be. Lê ev êşkenceye, jiber ku polîsên di dema desteserkirina Guzelê de dîjî qanûnan tevgerîya ne.” Avci got.
Parêzer Jîndar Uçar jî got ku armanca belavkirina van dîmenan peyam dayîna civata Kurd.
“Desteserkirina Guzelê wek hêstên dîjminahî pêk hatiye. Bi van dîmenan dixwazin peyamek didin civakê û an ku ‘em dikarin parlamantere we jî bigirin, vêce bi fikirin ka emê çî bînin sere we. Jixwe li gor qanûnê eger hewce neke, deste kesê nayê kelepçe kirin. Lê wan ligel kelepçe, porê wê kişandin û xwastin serê wê li pêş kemerayan bitewînin.”
Hêjayî birxistinê ye ku Guzel di sala 2014’an de bi endamekî Partîya Karkerên Kurdistan’ê (PKK) yê bi navê Volkan Bora re wêne kişandibû. Ev wêne ji alîyê Ajansa Anadolu ya dewletê ve hatibû weşandin û jiber van wêneyan di derheqa Guzel de biryara rakirina parezbendîyê li parlemento ya Tirkîyê hatibû dayîn.
Piştî rakirina parêzbendîya parlementer Guzelê jî Serdozgerîya Komarê ya Enqerê, bi tawana “Endamtîya rêxistina terorê” 24’ê Adara 2022’ê derbarê Guzel de biryara girtînê dabû.