Çalakîya Şermezarkirina Qayuman li Wanê Bu Armanca Polîsan
Your browser doesn’t support HTML5
Li Wanê hember danîna qayumên ser bajarvanîyên Merdîn, Elîh û Xelfetîyê xwepêşandan hat lidarxistin. Piştî çalakîya rûniştinê, polîsan destûr neda ku xwenîşander bi girseyî belav bibin. Polîsan bi gaza îsotê û guleyên plastîk êrîş kirin û hin kes birîndar bûn û hin kes jî hatin desteser kirin.