Li Wanê Danîna Qayumê ya Ser Bajarvanîya Colemêrgê Hat Protesto Kirin
Your browser doesn’t support HTML5
Platforma Ked û Demokrasî ya Wanê li hember danîna qayumê ser Bajarvanîya Colemêrgê xwepêşandanek li dar xist. Platforma ku ji 49 sazîyên sîvîl û partîyên sîyasî pêk tê, xwest ku heta Kolana Hunerê bimeşe, lê hêzên ewlekarîyê bi sedema qedexeya meş û xwepêşandanan ya Walîtîya Wanê destûr neda.