Gelo Bajarê Wanê bo Erdhejêk Nû Amade Ye?

Li ser erdheja wêrankar ya Wanê ku 644 kesî canê xwe ji dest dabû, 12 sal derbaz bûn.

Hefteya borî endezyarê jeofîzîkê Prof. Dr. Ahmet Ercan di konferasekê de gotibû ku dibe ku di navbera salên 2035 û 2050'î de li Wanê bi pîleyên di navbera 5.5 û 7.3 de erdhejên wêranker pêk werin.

Li ser gotinên pisporê erdhejê Ercan, me ji Serokê Odeya Endezyarên Wanê (İMO) Mîhaîl Atîk û Rêvebirê Rewşa Awarte û Feleketê (AFAD) yê Wanê Mehmet Ulutaş pirsî gelo bajarê Wanê li hember erdhejêk wêrankar amade ye an ne?

"Bi rastî ev 12 sal in, li bajêr li hember erdhejê guhartin û tedbîrên berbiçav nehatine wergirtin. Dema erdhej çêbû bi sedan kesan canê xwe ji dest dan û bi mîlyonan zerarên madî çêbû, lê dîsa jî guhartinek nû di nava sazîyen dewletê de çênebû. Jiber ku armanca sazîyan ne parastina gel e, armanç ew e ku dilê sermayedaran an jî karsazan razîkirin e." Atîk got.

Atîk dibêje ku piştî erdhejê hêvîya wan ew bû ku plansazîya bajêr li gor erdhejê were nû kirin, lê ev yêk pêk nehat û erdhej hat jibîr kirin.

"Li ser vê rewşê re jî hikûmete avahîyên ku ne li gor îmar û endezyarîyê hatine çêkirin, efû kirin û wek hemî li gor rê û rêbaz hatî çêkirin belgeyên destûrê dan wan avahîyan. Niha tirsek mezin di dilê me heye ku di dema erdhejekê de wêranîyek mezin pêk were."

Atîk dibêje ku ew jî û pisporên erhejê jî dizanin ku di demeke nêz de dibe ku li Wanê û derdorê wê erdhejek pêk were, lê ew baş dizanin ku dewlet li hember vê yêkê ne amade ye.

Lê, AFAD ya Wanê, ku sazîya fermîya dewletê ye, dibêje ku ew li hember her cûreyê erdhej û felaketan amade ne.

Rêvebirê AFAD’ê yê Wanê Mehmet Ulutaş dida zanîn ku wan herî dawî di meha Hezîranê de li hember rewşên awarte û felaketan hêza xwe ber çav re derbaz kirine.

"Di rewşa niha de ger li bajarê me felaketek çêbibe, 41 cîhên kampê dê werin ava kirin. Ji van 23 cîhên kampên konteyner û 18 cîh jî kampên konan ın. Xudê neke eger niha erdhejek çêbibe, ji bo 40 hezar rûniştvanan konên me amade ne."

Wêneyek ji erdheja Elbakê

Ulutaş dibêje ku wan heya niha 5 hezar karmendên dewletê û endamên sazîyên sîvîl wek tîmên rizgarkirinê perwerde kirine û ew li hember felaketan amade ne.

Atîk bang li hemî sazîyên fermî û sîvîl kir ku ew li hember erdhejekê nû werin cem hev û bi hevra pirgirêkên heyî çareser bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 23’ê Cotmeh û 9’ê Mijdara 2011’an de 2 erdhejên werankar pêk hatibûn û 644 kesan canê xwe ji dest dabû û hezaran kes jî birîndar bûbûn.

Di 23’ê Sibata 2020’an de jî li bajarokê Elbaka (Başkale) Wanê erdejek pêk hatibû û 11 kes canên xwe ji dest dabûn û di erdheja 6 Sibata de li Mereşê 2 erdhejên hêzdar çêbûbûn û nêzî 60 hezar kes miribûn.