Li Wanê 9 Sîyasetvanên Kurd bi Sedema Wêneyekê Hatin Girtin

Avahîya HDP'ê ya li Wanê (Arşîv)

Li Wanê bi îdia ya “fînans kirin û endamtîya Partîya Karkerên Kurdistan (PKK)” 9 sîyasetmevan û endamên sazîyên sîvîl hatin girtin.

Roja Înê di serdegirtina malan de 17 kes ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatibûn desteser kirin. Duh Duşemê ew di direngîya şevê de derxistin pêşberî Dadgeha Cezaya Giran ya Wanê û di encama darizandinê de 8 kes bi şertê kontrola dadwerî hatin berdan û 9 sîyasetmevan û edamên sazîyên sîvîl bi îdiaya endamtîya PKK’ê hatin girtin.

Di rûniştina dozê de dozgerîyê bo girtina wan wek delîl wêneya di 28 Mijdara 2013’an de ku di dema pêvajoya çareserîya pirgirêka Kurd de hatibû kişandin de nîşan da. Di wêneyê de endemên PKK’ê û endamên “Komîsyona Şopandina Meşa Çareserîya Demokratîk” hebûn ku we çaxê ji alîyê hejmarek sazîyên sîvîl û partîyên sîyasî ve hatibû avakirin.

Dozgerî dibêje ku ew komîsyon ne jibo çavdêrîya paşve kişandina endamên PKK’ê, jibo hevdîtineke taybet çûbûn çîya û ew komîsyon jî endam rêxistinê ne. Dozgerîyê bo berhevkirina zêdetir delîlan ji dadgehê girtina bersuçan xwast.

Dadgehê jî derheqê Hevseroka Rêxistina Partîya Heremên Demokratîk (DBP) ya Îpekyolê Behîce Abî, Hevserokê berê yê rêxistina Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Harun Oktay, edamê berê û nû yê rêxistina HDP’ê yên Wanê Atilla Kumli û Omer Işık, Serokê bere yê şaxa Konfederasyana Sendîkayên Kedkarên Civakî (KESK) yê Wanê Yilmaz Berkî, endamê rêxistina KESK’ê yê Wanê Salîh Îpek, Serokê berê yê şaxa Komela Piştgirîya Mazluman (Mazlum-Der) yê Wanê Yakup Aslan, endama Komela Koç û Çavderîyê (Goç-Der) Evîn Keskîn û endamê Odeya Ajokaran yê Wanê Abdulkerim Bayit de bîryara girtinê da.

Hêjayî gotinê ye ku di rûniştina dozê de bal kêşbû ku dozger ji dadger re got ku em baş nizanin ev edamên PKK’ê ne, jiber ku me delîl kom ne kirine. Divê hûn van bigirin heya ku em delîlan kom bikin û têkilîyên wan û PKK’ê derdixin.

Parêzer Umît Avcî piştî rûniştina dozê bertek nîşanî daxwaza dozger da û got ku ev helwesta dozger ne hiqûqî ye.

“Tiştekî pir ecêb e ku dozger bixwe jî qebul dike û dibêje ku ger ev endamên PKK’ê bin jî, delîl destê min de tuneye. Hun wan bigirin ezê wan delîlan bînim.”

Avcî bal kişand ku li ser bûyerê ra 9 sal derbaz bûye û got ku niha dixwazin peşîya HDP’ê bi van dozan bigirin û di hilbijartînên de ser bikevin.

Your browser doesn’t support HTML5

AA_06_07_2022_Girtina_ 9 Sîyasetvanan