Walmart Dê jiber Korona Firoşgehên Xwe Zûtir Bigire

Walmart, mezintirîn markita Amerîkî, demjimêrên karê xwe yê rojane kêm kirine li demê ku daxwaz li ser zêde bibe jiber belavebûna Coronavırus – Vayrosa Korona.

Piraniya 4,700 markitên Walmart li Amerîka ku 24 demjimêran vekirî ne, ji îro Pêncşemê, wê ji demjimêr 7 siharê heya 8:30 êvarî vekirî bi mînin.

Ev kempanî dibêje kêmkirina demê karî wê alîkar be karmend bi şevê kel u pelan nu bikin u markitan paqij bikin.

Li heman dem Walmart dibêje, ji 24ê vê mehê heya 28 Nîsanê, ew dê demek taybet terxan bike, demjimêrek berî vekirinê, ji pîr u kalan re ku jiyê wan 60 salî u pitire jibo ku bikaribin pêdawîstên xwe bikirn. Çendîn pazarên dî jî weka Target, Whole Foods u Dollar General wê heman pêngavan pavêjin.

Walmart jêderê serekeye yê kel u pelane ji miilyonên Amerîkiyan re ji demê derketina virosa Korona – coronavirus.