El-Mualim Dibêje Divê Hêzên Amerîkî ji Bingeha Tenef Derkevin

Wezîrê derve yê Sûriyê îro Şemiyê got pêwîste hêzên Amerîkî ji bingeha Tenef a başûrê Sûriyê vekişin.

Welîd El-Mualim her wiha got Dîmeşq tevlî çi axaftinan nebû li dor başûrê welêt.

Wî di konferanseka rojnamevanî de got hikûmetê pêwendî li gel Hêzên Sûriya Demukrat HSDê kirin, lê çi piroseyên guftûgoyan hîn destpênebûne.

El-Mualim got bajarê Reqa, ku HSDê kontrol dike ”pêwîste bê avakirin û rizgarkirin” ji her hêzeka biyanî.