Hikûmeta Wales Karantîneke Du Hefteyî Radigihîne

Hikûmeta Walesê jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona biryar da ku seranserê welet di karantînê keve.

Karantîna du hefteyî dê roja Înê destpê bike û heta 9’ê Mijdarê bidome.

Serokwezîrê Walesê Mark Drakeford ji gel xwest ku li gor karantînê tevbigerin û da zanîn ku ger ew guh nedin tedbîran ewê sîstema wan saxlemîyê têk biçe.

Li gor tedbîrên karantînê, ji xênji karên mecbûrî yên wek xizmetên saxlemîyê dê karên ji malê werin meşandin.

Market û dermanxane dê vekirî bin, lê kitêbxane, îbadetxane û otel û navendên turîzmên dê girtî bin.

Li Walesê roja Yekşemê 16,981 pêketinên nû yên vîrusa korona hatibûn tespît kirin û bi 67 mirinên din yên ji vîrusê hejmara mirinan bûbû 43,646.