Karvedanên Li Dor Îdîayên Kontrolkirina Wagnerê Ya Bingehên Leşkerî Yên Rûsyayê

Serokê Yekîtiya Ewropî Charles Michel roja Şemiyê got, Yekîtiya Ewropî ji nêzîk ve çavdêriya rewşa Rûsyayê dike di demekê de ku grûpa Wagner ya rûsî dibêje wê bingehên sereke yên leşkerî kontrol kirine.

Berdevkê hikûmeta Almanyayê roja Şemiyê got Almanya ji nêzîk ve bûyerên li Rûsyayê dişopîne.

Wî ji AFP re got, "Hikûmet bûyerên li Rûsyayê ji nêz ve dişopîne."

Nivîsgeha Serokê Fransayê îro Şemiyê got, Emmanuel Macron ji nêzîk ve rewşa Rûsyayê dişopîne piştî ku koma çeteyên Wagner dest bi serhildaneke çekdarî li dijî hêzên Kremlînê kir.

Elysee got, "Serok rewşê ji nêz ve dişopîne. Em li ser piştgirîkirina Ukraynayê disekinin."

Wezîrê derve yê Brîtanya James Cleverly roja Şemiyê got ku Brîtanya ji nêzîk ve çavdêriya rewşa Rûsyayê dike û bi hevalbendan re di têkiliyê de ye.

Cleverly got: "Piştî bûyerên şeva borî, ku koma Wagner û artêşa Rûsyayê beşdar bûn, em rewşê bi baldarî dişopînin û ji nêzîk ve bi hevalbendên xwe re têkilî danîne."

Wî got, dive welatiyên Brîtanî şîretên hukûmetê bişopînin û neçin Rûsyayê.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin roja Şemiyê di gotareke televizyonî ya awarte de got ku "serhildana çekdarî" ya ji aliyê hêzên grûpa Wagner ve, xiyanet e û her kesê li dijî artêşa Rûsyayê çek hilgirtibe dê were cezakirin.

Wî got ku ew ê her tiştî bike ji bo parastina Rûsyayê, û ku "kiryareke bibiryar" dê were kirin ji bo aramkirina rewşê li Rostov-on-Don, bajarekî li başûr, ku serokê Wagner Yevgeny Prigozhin got ku hêzên wî hemû navendên leşkerî lê kontrol kirine.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy roja şemiyê got ku "qelsiya Rûsyayê diyar e" û her ku Mosko leşker û kirêgirtiyên xwe li Ukraynayê dirêj bike, ew ê zêdetir bêserûberîyê bîne welatê xwe. Wî ev şîrove li ser Telegram kir.

Zelenskiy nivîsî: "Lewaziya Rûsyayê eşkere ye…Û her ku Rûsya leşker û çeteyên xwe li ser xaka me bihêle, dê paşê bêserûberî, êş û pirsgirêkên wê zêdetir bibin.”

Çavkanî: Reuters, AFP