Li Endonezya Asta Hişyarî Bilindtir Bû, Firîngeh Hate Daxistin

Karbidestên Endonezî rewşa hişyarî li girava Balî anî asta herî bilind, piştî ku Çîyayê Agung bi berdewamî xwelî û agir dibarîne û dibe sedema lehîyên paşmayîyên volkanîk yên bi herî ber bi kolanan ve diherikin.

Karbidestan herêma bin xetera volkanê heta 10 km berfirehtir kir ku li gir wê biryarê, divê bi qasî 100,000 kesên li wan deran dijîn, divê cîh û warên xwe vala bikin.

Karbidest bal dikşînin ku peqînên ji volkanê ji çend kîomertre dûr ve dikarin bêne bihîstin û petên bilindayîya çîyê jî ji dûr ve xwane dibin.

Jiber xwelîyên volkanê, karbidestan neçar ma ku firîngeha giravê îro sibehê daxin û 445 firînên jibo 59,000 kesan betal bikin.

Girava Balî cîhê herî hezkirî ya Endonzeya ye û bi çanda xwe ya Hîndu û bedewîya xwezayî, navenda herî girîng ya turîzmê ye ku her sal 5 mîlyon kes serdana wê derê dikin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Çîyayê Agung cara herî dawî di sala 1963’an de peqîbû û pirtir ji 1,000 kes di encamê de hatibûn kuştin.