Îro, 25'ê Nîsanê rojbûna Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka (VOA) ye. Em îro salvegera 30'an ya damezrandinê, bi şabûneke mezin pîroz dikin.
Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka di 25’ê Nîsana 1992’an de, bi biryara Kongresa Amerîkî hat damezrandin.
Di destpêkê de Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka bi 5 karmendan her roj bi tenê 15 deqe weşana radyoyê pêşkeş dikir, lê niha weşanên radyo, TV û platformên dîjîtal bi nêzî 30 xebatkar û nûçegîhanan didomin.
Sazîya Dengê Amerîka (Voice of America) niha bi 46 zimanan weşana radyo, televîzyon û înternetê dike û zimanê Kurdî jî yek ji wan zimanên VOA ye.
Weşanên Kurdî yên Dengê Amerîka bi zaravayên Kurmancî û Soranî têne kirin û em bi nûçe, hevpeyvîn, bernameyên sîyasî, çandî, saxlemî û teknolojî her roj bi gelek rêkan digehejin temeşevan, guhdar û xwendevanên xwe.
VOA Kurdî taybetî di salên dawî de girîngî dide weşana televîzyonî û her hefte bernameyên taybet amade dike.
Em ji hevkarên xwe yên li Herêma Kurdistana Îraqê NRT TV bernameya Kurd Connection amade dikin, ku ew bername ji 24’ê Nîsanê vir ve dê hefteyê pênc rojan were weşandin.
Pişka Kurdî di nav salên dawî de bernameyên nû yên televîzyonê yên wek Mêvan û Mijar, 7Reng, Rojev û Çavê Washington.
VOA Kurdî, bi du malperên xwe yên Kurmancî ya bi tîpên Latînî û Soranî ya bi tîpên Erebî û du rûperên Facebookê yên bi heman awayî weşan û bernameyên xwe belav dike.
Beşa Kurdî ya VOA herwiha bi platformên wek Twitter, Instagram, YouTube jî bername, nûçe û raportên curbicir digehîne temeşevan, guhdar û xwendevanên xwe.
Hêjayî gotinê ye ku xencî xebatkarên ku li navenda VOA li Washingtonê dixebitin, jimareke nûçegîhanên me li herêmên Kurdan li Tirkîyê, Sûrîyê û Îraqê ji bi raportên xwe bernameyên me dewlemendtir dikin.
Em jî rojbûna Pişka Kurdî li we û li hemî hezkirîyên xwe pîroz dikin û hêvî dikin ku hîn di gelek rojbûnan de emê bi hevre bin.
Kerem kin guh bidin weşana me ya yekê ku 30 sal berê îro destpê kiribû:
Your browser doesn’t support HTML5