Hejmara Kesên jiber Vîrusa Korona Jîyana Xwe ji Dest Dane 100,000 Derbaz Kir

Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane 100,000 derbaz kir.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dike ku vîrusa korona herî zêde li Îtalya însan kuştine ku li wê derê 18,849 kesan bi wê vîrusê jîyana xwe ji dest dane.

Li dû Îtalya, bi 17925 mirinên ji vîrusa korona Amerîka û li dû wê jî bi 15,970 mirinan Îspanya tê.

Vîrusa korona di Berfanbara borî de li Çînê derketibû. Korona li wî welatî jî 3340 kes kuştine.

Hejmara pêketîyên vîrusa korona yên li seranserê cîhanê pirtir ji 1,650,000 e û ji wan 476,000 li Amerîka ne.

Li dû Amerîka, bi 157,000 pêketîyên vîrusa korona Îspanya û li dû wê jî 147,000 pêketîyan Îtalya tê.