SOHR Dibêje Jiber Binpêkirinên Koma "El-Amşat" 50 Malbatan ji Efrînê Koç Kirine

Dîmenek Çekdarên bi piştgirîya Tirkîyê li Efrîn, Sûrîyê (2018, Arşîv)

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) roja Çarşemê ragihand ku niştecîhên 3 gundên li navçeya Şêx Hedîd jiber zilma koma "El-Amşat" ya bi piştgirîya Tirkîyê, neçar dimînin ku bi komî koç bikin.

SOHR, rave kir ku li gundên Enqela, Sinara û Hekîce, "zêdetirî 50 malbat jiber binpêkirinên eşkere yên endamên komê (El-Amşat), bi taybet ferzkirina bacan û kiryarên nemirovane, neçar mane ku gundên xwe biterikînin."

Navçeya Şêx Hedîd ya li gundewarê Efrînê dikeve bakurê Helebê û piranîya şênîya heremê Şîa ne.

Jêderên xwecihî ragihandin ku komê vê dawîyê bacên bilînd ragihandîye; divê kesên li navçeyê dijîn jibo xwediyên zeviyên çandiniyê, bo her darekê 1 dolar bac bidin û û jibo kesên koçberin û çavdêriya wan daran dikin 25 dolar jibo her darekê bac bidin.

Li gor jêderên SOHR, li gundê Arandah li Şêx Hedîd cîhûwarkirîyên ku dixwazin vegerin malên xwe ditirsin vegerin, jiber ku El-Amşat li ser her otomobîlek sivîl 4-5 hezar Dolar bac ferz kiriye.

“Niştecihên gundên navçeya Şêx Hedîd konwoyek ava kirin da ku ber bi Idlibê û/yan Şamê ve biçin da ku ji karbidestan vegerandina mafên xwe bikin û dawî li neheqîya ku ew heft sal in di bin serwerîya koma “El - Emşat” bînîn, ” SOHR got.

Çavderîyê hişyarî da ku li herema Şêx Hedîd rewşa mirovî bi berdewamî xirabtir dibe, û destnîşan kir ku jibo rêgirîya li ber binpêkirinên “El - Amşat” ti tedbîr nayên girtin, ku azarên sivîlan kûrtir dike.

“Niştecihên heremê bang li karbidestên navneteweyî dikin ku wan ji wê bêneheqîyê rizgar bikin û dawî li binpekirin û şantajên ku ew neçar kirine ji axa xwe koç bikin, bînin,” SOHR got.

Jêder: SOHR