Îro li Amerîka Roja Leşkerên Dêrîn E

Amerekî îro di Roja Leşkerên Dêrîn (Veterans Day) de jin û mêrên ku di leşkerîya Amerîkî de xizmet kirine bi awayên rengûreng bi bîr tînin û spasîyên xwe raberî wan dikin.

Serokê Amerîkî Joe Biden jî bi daxuyanîya Roja Leşkerên Dêrîn bi bîr anî.

“Hêzên me yên Çekdarî bi fêdakarîyên mezin ramana rastîn ya Amerîka damezrand û parast ku ew jî soza azadî û wekhevî, demokrasî û dadmendî û herwiha derfet û hêvî bû. Em bi spasdarî gelek deyndarê wan in,” Biden got.

Di merasîmeke taybet ya bîranîna vê rojê de, pir caran Serokê Amerîka serdana Gora Leşkerê Nenas (Tomb of the Unknown) ya li Goristana Netewî ya Arlingtonê dike û guldesteyek datîne ser gorê.

Di vê roja bêhnvedana federalî de, ku ji sala 1918ê vir ve tê pîroz kirin, gelek programên taybet yên wek nîşandana fîlm, konsertên taybet tên darxistin û meş û rêdeçûn li seranser Amerîka têne kirin.

Di vê rojê de, xwaringeh û firşoşgehên li seranser Amerîka yan bi belaşî û yan jî nirxekî kêm xizmet didin leşkerên dêrîn û malbatên wan.