Li Venezuela Protestoyên Dijî Hikûmetê Didomin

Li Venezuela, protestoyên li dijî hikûmetê didomin.

Piştî Caracas ya paytaxta Venezuela, li Tachira jî di navbera xwepêşander û polîsan de pevçûn qewimîn.

Di protestoyên ku zêdetirî 100 roj e dewam dike de, heta niha bi qasî 80 kes jîyana xwe ji dest da û bi hezarên din jî birîndar bûn.

Meclîsa ku di bin kontrola hêzên opozîsyonê de ye, jibo endamên Dadgeha Bilind biguherîne dest bi xebatên xwe kiriye ku rikeberî wan bi piştgirîya hikûmetê tawanbar dike.