Li beşeke mezin ya Venezuela, ku di nav wê de Caracas ya paytext jî heye, elektrîk careke din qut bû.
Li gor ragihandina hemwelatîyan yên li ser Twitterê, ji 23 eyalatên Venezuela li 20’an elektrîk qut bûye.
Hikûmeta Venezuela li ser qutbûna elektrîkê hîn ti daxuyanî nedaye.
Juan Guaido, ku Amerîka û bi qasî 50 welatên din wî wek serokê demkî yê Venezuela nas dikin, bang li gel kir roja Çarşemê dijî qutbûna elektrîkê protestoyan li dar xin.
Qutbûna elektrîka Venezuela di 7’ê Adarê destpê kiribû.