Rêvebirîya Hilbijartinê ya Venezuela Serketina Maduro Radigihîne

Serokê Venezuelayê û namzedê serokiyê Nicolas Maduro piştî encamên hilbijartinên serokiyê yên Karakas di 29ê Tîrmeha 2024an de bertek nîşan dide.

Rêvebirîya hilbijartinê ya Venezuela ragihand Serokê Venezuela Nicolas Maduro di hilbijartinan de careke din bi ser ketiye.

Berî ragihandina rêvebirîyê, di saetên pêşî yên roja Duşemê de, muxalefetê dîyar kiribû wê hilbijartin qezenç kiriye.

Konseya Hilbijartinê ya Neteweyî, 6 saetan piştî girtina sindoqan ragihand ku Maduro 51 ji sedê dengan sitandiye û berbijarê muxalefetê Edmundo Gonzalez li 44 ji sedê dengan maye.

Di encaman de hejmara dengan yên ji navendên cihê yê hilbijartinê nehat eşkere kirin.

Rêbera muxalefetê Maria Corina Machdo encama otorîteya hilbijartinê red kir û got ku Gonzalez 70 ji sedê dengan sitandiye.

Maduro serketina xwe pîroz dike, lê gelek dewletên li parzemîna Amerîka ser hejmartina dengan banga zelalîyê dikin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken got fikarên wan yên kûr hene ku encamên hatine eşkere kirin îradeya gelê Venezuela û dengên wan nîşan nade.

Maduro îro Duşemê di mîtîngekê de soza aştî û ewlekarîyê da.

Wî ser rêvebirîya hilbijartinê ya ku di kontrola kesên girêdayî Maduro de got ku ji ya Amerîka û hin welatên din hîn rêwatir e û rexneyên dijî wê red kir.

Serokê Şîlî Gabriel Boric ser encamên hilbijartinê got ku bawerkirina bi wan encaman zor e.

Boric ji X’ê dîyar kir ku gelê Venezuela û civaka navneteweyî dixwazin ku çavdêrên serbixxwe zelalîya peyvajoya hejmartina dengan û encaman piştrast bikin.

Arjantîn, Kosta Rîka, Ekvator, Guatemala, Panama, Paraguay, Peru, Komara Domînîk, Urugay jî bi daxuyanîyên bi heman rengî banga hejmartineke zelal ya dengan kir.

Wezîrê Derve yê Îspanya Jose Manuel Albares Bueno dîyar kir ku divê hemî agahîyên navendên dengan werin nîşan dan û banga aramîyê kir.

Berpirsê Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell dîyar kir ku tomarên li sindoqan girîng in û got ku divê jibo îradeya hilbijêrên Venezuelayî rêz were nîşan dan.

Serokê Kuba Miguel Diaz-Canel got ku ew bi Maduro re axifîye û wî ew jiber serketina wî ya dîrokî pîroz kiriye.

Hikûmetên Honduras û Bolîvya jî ser encaman peyamên pîrozbahîyê weşandin.

Maduro niha jibo dewra duyê seroktîyê dike û hilbijartinên roja Yekşemê yek ji têkoşîna wî ya herî dijwar bû.

Gonzalez, ku dîplomatekî karkenar e, piştî Dadgeha Bilind ya Venezuela rê li ber Machado girt ku nekeve hilbijartinan, meha Nîsanê beşdarî li kempeyna hilbijartinê kir.

Jêder: VOA