Papa Francis roja Çarşemê li Vatîkanê di civînekê de, pêşwazî li Papayê Ortodoksê Qiptî yê Misrî, Tawadros II kir, ku ev qonaxeke girng bû ji peywendiyên di navbera her du dêran de.
Serdana çar rojî, li ser vexwendina Papa Francis, hevdem e bi 50 saliya hevdîtina Papa Paul VI û Shenouda III, Papayê Ortodoksê Qiptî, di sala 1973 de.
Papayê Îsayî yê Arjantînî bi germî papayê Qiptî himbêz kir, ku weke nîşana dostanî û girêdana wan ya bihêz, berî ku rê bide papayê Qiptî ku weke her Çarşemê li meydana Sant Petrs bo hezaran bawermendan biaxive, papa Françis got:
"Heval û birayê delal Tawadros, ez spasiya we dikim ku we vexwendina min ji bo vê salvegera dualî qebûl kir... Ez ji dil spasiya we dikim ji bo pabendbûna we ji bo hevaltiya zêde ya di navbera Dêra Ortodoks ya Qiptî û Dêra Katolîk de," .
Nûçeyên Vatîkanê di hesaba fermî ya twîterê de derbarê serdana papayê Qiptî twîtek weşand û got:
"Papa Tawadros II, serokê Dêra Ortodoks ya Qiptî, di Civîna Giştî ya Çarşemê de bi Papa Françis re diaxive, pêncî sal piştî roja ku lihevhatinek dîrokî ya Krîstolojîk di navbera her du Dêran de heyî."
Ev hevdîtina sêyem e di navbera her du rêberên olî de piştî yekem serdana serokê Dêra Ortodoks ya Qiptî bo Romayê, di sala 2013 de, û serdana Françis, di sala 2017 de, bo Misrê.
Li ser vê yekê, wan daxuyaniyek hevbeş îmze kir û tê de wan girêdanên "biratî û dostaniyê" dubare kirin, tevî cûdahiya di navbera dêra katolîk û dêra Ortodoksî ya rojhilatî de.
Li gorî texmînên cûda yên desthilat û dêrê li Misrê Qiptî di navbera 10 û 15 ji sedî ji 100 mîlyon Misriyan pêk tînin, û ew kêmaniya olî ya herî mezin in li Rojhilata Navîn.Heta niha derbarê hejmara Qiptiyên li Misrê ti serhijmar û statistîkên fermî nînin.
Jêder: AFP/Vatican News/Twitter