Îro Duşemê rûniştina doza şewitandina 9 endamên malbata Ogut ku wek “Komkujîya Vartînîsê” tê zanin li Dadgeha Cezaya Giran ya Kirikkalê pêk hat.
Tevî bîryara desteserkirinê dîsa tawanbarê bûyerê fermandarê leşkerîyê yê bajarokê Korkuta Muşê Bulent Karaoglu ji alîyê hêzên ewlehîyê ve nehat girtin û ew neanîn rûniştina dozê.
Parêzerên malbata Ogut û Aysel Ogut ku wê şeve ew li mala xezûrê xwe bû û ji komkujîyê tenê sax xilas bûbû, beştarî rûniştina dozê bû.
Dadgeha Cezaya Giran ya Kirikkalê, piştî parastina parêzeran bi sedema nedesteserkirina bersûc Karaoglu û darizandina demdirêj ku ji ser bûyerê 30 salan derbaz bûye, doz pûç kir.
Serokê Baroya Muşê Kadîr Karaçelîk ku di heman demê de parêzerê malbata Ogut e, bertek nîşanî biryara dadgehê da û wiha got:
“Ev bûyer ewqas metîrsidar bû ku mînakên wê di demê Almanya Nazî de dihat dîtin, lê mixabin dadgehê biryara betalkirinê da. Lê, em pêgir in ku ev bûyer li hember mirovahî sûcek e. Divê dadgehê ew kiryar wek bûyerek ji rêzê wernegirtiba û betal nekiriba. Di navbera kesên ku ev komkujîye kirî û malbata Ogut de çî dijminahî tunebû. Ev bûyer wek berdewamîya planên rojên tarî yên salên 90’an bû û divîya bû bi vî şewazî dadgehê wergirtiba dest.”
Karaçelîk bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û got ku ew dadgeh bûyerên wiha bi êşkence û dijî mafê jîyanê di çarçoveya ‘darizandina demdirêj’ de hilnade dest, lê dadgehê dîsa jî normên Ewrupî qebul nekir û kujer bê ceza hişt.
“Mixabin dîsa bawerîya me ya bo edaletê şikest û Aysel Ogut bi êşa xwe ve tenê ma. Piştî vê biryarê êdî hemî tedbîrên jibo girtina bersûc Karaoglu jî rabûn û ew dikare serê sibê bêje hemî welatî rojbaş û di nava kolanan de û di nava me de bi rehetî bigere.”
Karaçelîk got ku ew dê bo betalkirina vê biryarê serî li rêyên hiqûqî bidin û ger encam nestînin ew dê serî li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê bidin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Dadgeha Bilind ya Tirkîyê di 2021’an de biryar dabû ku leşkerên bin fermandarîya Karaoglu de li bajarokê Korkuta Muşê di 3’ê Cotmeha 1993’an de ser gundê Vartînîsê (Altinova) de girtbû û 7 jê zarok 9 kes di nava malekê de şewitandibû û ji Dadgeha Cezaya Giran a Kirikalê xwast ku wî ceza bike.
Dadgeha xwecîhî jî derheqê Karaoglu de biryara girtinê derxist, lê jiber ku ew nehat girtin û biryara dadgehê li rûyê wî nehat xwendin, encam ji dozê derneket. Heman dadgehê di dawî de jî bi sedema “darizandina demdirêj” doz betal kir.
Your browser doesn’t support HTML5