Di Gotûbêja Vance û Walz di Çi Xalên Girîng Derketin Pêş?

US Senator and Republican vice presidential candidate J.D. Vance (L) and Minnesota Governor and Democratic vice presidential candidate Tim Walz participate in the Vice Presidential debate hosted by CBS News at the CBS Broadcast Center in New York City on

Berbijarê cîgirê serok yê Demokratan Tim Walz û berbijarê Komarîyan JD Vance roja Sêşemê li Nw Yorkê di dîbeytekê de hatin hemberî hevdu.

Her du berbijar ser kontrolkirina çekan, kurtaj, girjîya Rojhilata Navîn û hin mijarên din axifîn.

Walîyê Minnesota Walz dîyar kir ku berbijarê seroktîyê yê Komarîyan Donald Turmp ser kanînên rêvebirina welêt fikaran çêdike û ew jiber vekişîna peymana navokî ya bi Îranê re, ku bernameya wê ya navokî sînordar dikir, rexne kir.

Walz dîyar kir ku jibo Amerîkîyan ya girîng rêberîyeke bi îstiqrar e û got ku niha pêdivîya wan bi gotinên gir yên Donald Trump yê nêzî 80 salî tuneye.

Vance, ku ji Ohio senatorê Amerîka ye, got ku Trump li Qesra Sipî sîyaseteke bi bandor meşandiye û dewletên cîhanê ji ‘’derketina ji xeta dîyarkirî’’ tirsîne.

‘’Walî Walz her çiqas Donald Trump ser ajanîya kaosê sûcdar dike jî, Donald Trump ya rast îstiqrar anî cîhanê.’’

Her du sîyasetvan ser hilbijartinên 2020’an ketin nîqaşeke kûr ku di wan hilbijartinan de Trump li hember Serok Joe Biden têk çûbû.

Trump jimareke caran îdia kir ku ew di hilbijartinan de bi ser ketiye û alîgirên wî jibo rê li ber pejirandina encamên hilbijartinê bigirin serê sala 2021’an ketin Kongresa Amerîkî.

Walz dîyar kir ku bûyerên piştî hilbijartinên 2020’an qewimîne dijî demokrasîyê gefên bêhempa ne û got ku gotinên serokan girîng in.

Wî ji Vance pirsî ku Trump di hilbijartinan de têk çûye yan ne û li ser vê pirsê Vance got ku ‘’Min bala xwe daye ser siberojê.’’

Walz ser got ku ‘’Nalet lê be, ew yek bersîvnedan e.’’

Vance dîyar kir ku Trump desthilat bi awayekî aştiyane dewr kiriye û got ku li Amerîka gefa dijî demokrasîyê sansur e.

Wî got ku Cîgirê Serok Kamal Harris, ku jibo seroktîyê berbijara Demokratan e, bêdengkirina rexneyên dijî sîyasetên COVID-19 jî di nav de sansureke berfireh dimeşîne.

Vance dîyar kir ku Harris li Qesra Sipî jibo mijarên ser soz daye ku bixebite ti kar nekiriye.

‘’Ger ser çareserkirina kêşeyên çîna navin planên baş yên Kamala Harris hene divê niha wan çareser bike - ne di vê demê de ku dixwaze rutbeya xwe bilindtir bike, Amerîka 3,5 sal berê ew erkdar kir.’’

Walz li ser rexneya Vance got ku çêkirina standartên avahîyan ne di destê cîgira serok de ye, lê ew karê Kongresê ye.

Berbijarê Demokratan got ku Trump bê ku ser reformên koçberîyê kar bike 4 salan seroktî kiriye û bi zextên wî, rê li ber pejirandina bernivîsa ser ewlekarîya sînor hatiye girtin.

‘’Em gelek kes dixwazin vê çareser bikin. Jibo çareserkirina vê kêşeyê 4 salên Trump hebûn û wî soz dabû ku Amerîkîyan ka gotibû ku ewê bi awayekê hêsan çareser bike.’’

Senatora Komarî Katie Britt dîyar kir ku Vance hêvîyên hilbijêran geş dike û got ku jibo rêvebirîyeke din ya Trump ewê bi bandor be.

Britt piştî dîbeytê got ku Vance jibo anîna aramîya dewra seroktîya Trump karên baş kirine ku Harris di dewra xwe ya cîgirîyê de tevî ku dema wî hebûye jî tiştek nekiriye.

Endama Demokrat ya Kongresê Jasmine Crockett jî dîyar kir ku Walz gava hewce be bi lihevkirinê bi kesên li hember re dixebite.

Crockett dîyar kir ku dema Vance li Kongresê bûye fersend bi dest wî ketiye ku bi Demokratan re bixebite, lê wî wisa nekiriye.

‘’Ez bi awayekî durist bibêjim ku li gor min JD Vance bi rastî jî di rewşeke dijwar de maye. Ew neçar ma ku kesê ku berevanîya wî nabe biparêze. Li ser karên Trump û gotinên wî çend caran ji wî pirs pirsîn, lê bi rastî ti bersîva ku wî bida tunebû.’’

Dîbeyta Walz û Vance dîbeyta pêş ya her du berbijaran bû û ew dikare bibe dîbeyta wan ya dawî.

Li gor bernameya Trump û Harris niha ti dîbeyta nû xuya nake.

Anketên giştî nîşan didin ku Harris bi ferqeke biçûk li pêş Trump e, lê li hin eyaletên dîyarker di navbera wan de hema bêje ti ferq tuneye.

Di hilbijartinên dawî yên Amerîkî de hilbijêran çend dîbeyt didîtin, lê vê carê rewş cuda ye.

Trump meha Hezîranê di dîbeytekê de derketibû hember Biden, lê ew dîbeyt jibo Biden baş derbaz nebûbû û partîya wî bang li wî kiribû ku ji kempeyna seroktîyê vekişe.

Piştî Harris bû berbijara Demokratan, ew û Trump meha borî di dîbeytekê de hatin Hemberî hevdu.

Ji 50 eyaletên Amerîka li 6’an hilbijêran dest bi dengdanên pêşdem kirin, heta 16’ê Cotmehê li 14 eyaletên din dengdanên pêşdem destpê dikin.

Jêder: VOA