Vance Dibêje di Şerê li Ukrayna de Armanca Wan Aştîyeke Mayînde Ye

Cîgirê Serokê Amerîka JD Vance îro Înê li Munîhê bi Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re kom bû.

Vance piştî civîna bi Zelenskyy got ku armanca wan çêkirina aştîyeke mayînde ye.

‘’Em dixwazin dawî li şer were, em dixwazin ew mirin rawestin.’’

Wî dîyar kir ku ew dixwazin aştîyeke wisa xurt û mayînde çêkin ku rojhilata Ewrupa dîsa bi şer re rûbirû nemîne.

Zelenskyy jî piştî kombûna bi Vance re got ku wan hevdîtineke baş kiriye.

Rêberê Ukraynî dîyar kir ku ew cara pêşî bi Vance re kom bûye, lê jiber danûstandinên ser aştîyê ewê ne kombûna dawî be.

Berî civînê, Zelenskyy li Konferansa Ewlekarî ya Munîhê gotibû ku bi şertê dawî li şer were ew dikare bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re bicive.

Serokê Amerîka Donald Trump roja Çarşemê ser danûstandinên aştîyê hem bi Serokê Rûsî Vladimir Putin hem jî bi Zelenskyy re axifîbû.

Jêder: AFP