Kadîr Karabak û Esat Nacî Yildirim ev 50 roj in ku li Girtîgeha Tîpa F ye Wanê di rojîya mirinê de ne.
Wan bi rîya parêzeren xwe dîyar kir ku jiber zexten revebirîya girtîgehê, di 17ê Îlonê de des bi greva birçîbûnê kiriye û di 20ê Îlonê de ew grev zivirandin rojîya mirinê.
Parêzer Savaş Avci got ku çar daxwazên Karabak û Yildirim hene:
Telên ku li ser cîhê behnvedanê werin rakirin, serê sibe û êvarê legerîna nav odeyên girtîyan werê dawî kirin, astengîyen peşîya pirtûk û rojnameyan werê rakirin û bila revebirî dawî li destdanîna tişt û nameyen ku jibo wan tên, bînin.
Avci da zanîn ku Karabak 20, Yildirim jî 12 kîlo danê û ew bêhal zûya dikrin.
“Êşên wan û nexweşîyên wan destpe kirine. Gava diçin destavê, xun ji leşê wan diçe, lê ew li ser biryara xwe jî bi israr in. Gava jibo dermankirinê dereng be, îhtîmala heye ku ew kes sêqet bimînin yan jîyana xwe dest bidin.”
Hevjîna Karabak, Türkan Karabak jî dibêje ku ew tenê bi rêya telefonê agahî ji wî digirin.
“Em li Stenbolê dijîn û di navbera me û girtîgeha Wanê 1600 km heye. Loma em nikarin serdana wî bikin û tenê bi telefonê peywendî bi wî re dikin. Niha jibo Kadir sê sal cezayê telefonê hatiye birîn. Gere w ceza têkeve jîtanê, tekîlîya me bi giştî qut dibe. Du zarokên min hene û ez ditirsim ku li girtîgehe çi were serê merê min.”
Li ser îdiayen Karabak û Yildirim, em hewil dan ku bi rêvebirîya girtigehe, têkevin peywendîyê, lê ti bersîv nehat dayîn û ji me re hat gotin ku Wezareta Dadê ya Tirkîyê bi wan pirsgirêkan alaqadar e.
Your browser doesn’t support HTML5