Li Wanê Êrîşên Kûçikan Dibe Sedema Kuştina Zarokan

Çend kûçikên kolanê (Aşîv)

Ji Gulan 2021’an vir ve li Wanê 2 zarok di êrîşa kûçikan de canê xwe ji dest dan û ev yêk bûn sedema nerazîbûnan.

Serokê Odeya Beytaran yê Wanê Cumalî Ozkan dibêje ku bajarvanî li gor qanûnan tevnagerin û erka xwe bi cîh nayînin.

Roja Yêkşemê li bajarokê Tuşaba Wanê, zarokê bi navê Emîr Mete Durna yê 9 salî dema bi hevalên xwe re dilîzî, kûçikek êrîşî wî kir û ew bi giranî birîndar kir. Jiber ku kûçîk xwe li qirika zarok dabû, tevî hemî hewildanên tîmên saxlemîyê wî canê xwe ji dest da.

Rêvebirîya Ewlehîya bajêr xuya kir ku ew kûçik ji alîyê xortê bi navê H.K ve ji sitargeha ajalan ya bajarvanîya Wanê hatoye girtin û piştî 5 rojan wî kûçik di roja Yêkşemê berdaye kolanê û di seat 17.00 êrîşî kiriye wî zarokî.

Lê, xebatkarekî bajarvanîyê ku nexwast navê xwe bide, got ku kûçik jiber birçîbûnê zîncîra xwe qetandiye û yekser êrîşî zarok kiriye.

Xudanê kûçik H.K û xebatkarê bajarvanîyê M.A. ku kûçik dabû H.K. bi îdiaya “bûne sedema kuştina kesekî” hatin darizandin. Dadgehê derheqê H.K. de bîryara girtinê da, lê M.A. berda.

Apê zarok Mehmet Şirin Durna dibêje ku ew naxwazin biaxivin jiber ku hemî kes sedema vê bûyerê dizanin. Wî got ku edî bes e bila karbidest li hemberî kûçikên kolanan çareserîyekê peyda bikin.

Li ser medya civakî ev bûyer deng veda û hin kes di parvekirinên xwe de bertek nîşanî parêzvanên ajalên da.

Li gor qanûna parastina ajalên kolanan ku di Tîrmeha 2021’an de hatibû nû kirin, şaredarên bajarê mezin û bajarokên serjimara wan 75 hezarî borî, divîyabû heya 31 Berfanbara 2022’an sitargehên heywanan ava kiribana.

Lê, serokê Odeya Beytaran yê Wanê Cumalî Ozkan bal kişand ser vê qanûnê û got ku bajarvanîyên Tuşba, Erdîş, Edremît û Îpekyolu ya Wanê ev yêk pêk neanîye.

“Hejmara kûçikan ew qas zêde bûye ku ne mimkun e, stargeha ajalan ya şaredarîya bajar a mezin tenê bi serê xwe pêdivîyên hemîyan bîne cîh. Êdî ev pirsgirêkeke civakî ye û divê bajarvanî, zanîngeh, em baytarên di sazîyên dewletê de û yên serbixê werin cem hev û bo çareserîyê bixebitin.”

Tevî ku ev bûyer di rojeva bajêr û Tirkîyê de ye jî karbidestên bajarvanîya Wanê derheqê rexneyên dîjî xwe de ti bersîv nedaye.

Dengê Amerîka bi rêya telefonê xwe gihande navenda sitargeha ajalan ya bajarvanîyê û wan jî bersîv neda pirsên me.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di Gulana 2021'an de li heman bajarokê Wanê keça 6 salîya bi navê Rûken Kolcu ji alîyê kûçikan ve hatibû kuştin.

Your browser doesn’t support HTML5

AA_02_03_23_Êrîşên Kuçikan