Du Senatorên Amerîkî Derbarê Kobanê Gefa Sepandina Sizayan Ser Tirkiyê Dikin

Senator Lindsey Graham - Komarî (Ç) & Van Hollen - Demokrat (R)

Senatorê Demokrat Chris Van Hollen, û Lindsey Graham yê Komarî gef li Tirkiyê xwar eger ku ew pêşniyara Mezlûm Ebdî fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê ya avakirina herêmeke bêçek li Kobanê qebûl neke, dê cezayên giran li ser Tirkiyê bisepînin.

Herdu senatoran li ser malperên xwe yên Xê daxuyaniya hevbeş weşand û daxuyanî dibêje, eger ku Enqere pêşnûmaya agirbestê ya Amerîkayê ligel Hêzên Sûriya Demokratîk ragihîne û pêşniyar fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk HSD'ê ji bo avakirina herêmeke bêçek qebûl neke, dê vê hefteyê proje yasayekê amade bikin ji bo sepandina sizayan li ser Tirkiyê.

Senatorê Maryland Chris Van Hollen di daxuyaniyekê de got, "Êrîşên hêzên Tirkiyê li ser hevkarên me yên Kurd li Sûriyê ewlehiya herêmê û hewlên ji bo rêgirtina li vejîna DAIŞê têk dide."

Heriwha Senator Lindsey Graham, berî niha jî di kenala NBC News de bal kişandbû ser giringiya şerê kurdan li dijî DAIŞê û got "Li bakurê rojhilatê Sûriyê zêdetirî 50 hezar girtiyên DAIŞê hene."

"Ger kaosa li herêmê bibe sedema derketina endamênn DAIŞê ji girtîgehan, dê ji bo Amerîkayê bibe kabûsek. Xilafeta DAIŞê hin ji xirabtirîn êrîşên terorîstî yên ku cîhanê heta niha dîtiye pêk anîn û îlham girtîye. Em nikarin rê bidin ku DAIŞ vegere," Graham got.

Daxuyaniya senatorên Amerîkî piştî wê hat ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî got ku ew amade ye pêşniyarekê pêşkêş bike ji bo avakirina "herêma bêçek" li Kobanî.

Niha 900 serbazên Amerîkayê li Sûriyê hene, di çarçoveya hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî DAIŞê de, ku beşeke sereke ji wan Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi pêşengiya Kurda ye.