Lêkolîna Ser Bandora Vaksîna Pfizer – BioNTech Pêzanînên Nû Eşkere Dike

Vaksîna COVID-19 ya Pfizer û BioNTech

Lêkolîneke nû eşkere dike ku du doz vaksîna COVID-19 ya Pfizer û BioNTech, piştî doza dudya heya şeş mehan ji sedî 90 % bandor e ku pêketîyên vîrusê nekevin nexweşxaneyê.

Lêkolînerên Pfizer û kompanîya saxlemîyê ya Amerîkî Kaiser Permanente di navbera Berfanbara 2020 û Tebaxa îsal de li eyaleta California li ser belgeyên 3.4 milyon kesan lêkolîn kirine.

Hevdem, Lêkolîn dîyar dike ku vaksîn dijî cûreya Delta ya vîrusa korona ya pir zû belav dibe jî herî kêm şeş mehan piştî doza dudya ji % 93 bi bandor e.

Encamên lêkolîna Pfizer û Kaiserê roja Duşemê di kovara bijişkî ya bi navê The Lancet de hat weşandin.

Lê, lêkolîn destnîşan dike ku bandora vaksînê ya dijî vîrusê yek meh piştî du dozan dadikeve ji sedî 88'an û piştî şeş mehan jî dibe ji sedî 47.