Li Bajarên Kurdan li Tirkîyê Karanîna Vaksînê Çima Kêm E?

Li Tirkîyê vaksînkirina hemwelatîyan ya dijî COVID-19’ê di 13’ê Berfanbarê de destpê kir.

Vaksîna ku tê bi kar anîn ji 2 derzîyan pêk tê û heya niha li tevahîya welat 11 ji sedî derzîya yêkê û 9 ji sedî derzîya duyê ya vaksînê hatiye dayîn.

Li gor pêzanînên Wezareta Saxlemîyê, bajarên herî kêm vaksînê bi kar tînin, bajêrên Kurdan in.

Colemêrg, Sêrt, Mêrdîn, Betlîs, Şirnex û Agirî bi rêjeya nêzî 4 jî sedî ve di dawîya lîsteya Tirkîyê de cîh digirin.

Herwiha Amed, Wan, Ruha, Muş û Batman jî di alîyê bikaranîna vaksînê de di dora 5 ji sedî de ne.

Dr. Huseyîn Yavîc

Serokê Odeya Doktoran yê Wan û Colemêrgê Huseyîn Yavîç got ku bawerîya Kurdan bi wezareta saxlemîyê û vaksînê nayê.

“Di nava 6 mehan de divê li tevahîya welêt vaksînkirin 60 ji sedî biqede. Lê heta niha rêjeya vaksînkirinê pir kêm e. Herwiha li bajarê Wanê û derdorê wê bawerî bo wezareta saxlemîyê tuneye û jiber vê jî rêjeya karanîna vaksînê li gor tevahîya Tirkîyê kêm e.”

Yavîç bang li hemwelatîyan kir ku bawerîya xwe bi vaksîne bînin jiber ku hember vîrusa korona tekoşîna herî serketî vaksîn e.

Wê da zanîn ku li hin sazîyên saxlemîyê de kêmbûna vaksînê tê dîtin û hin kes ji wan sazîyan bê vaksînê vedigerin malên xwe.

“Hevalên me hefteya çûyî agahî dan ku jiber kêmbûna vaksînê hejmareke kes nahatine derzî kirin. Carcaran heman agahî ji bajarên derdorên me jî tên. Heya niha wezareta saxlemîyê di vî warî de civak agahdar nekiriye.”

Yaviç hikûmeta Tirkîyê rexne kir ku di alîyê destxistina vaksînê de pêyvira xwe bi cîh neanîye.

Wî bi bîr xist ku di 5’ê Nîsanê de 42,551 kes bi vîrusa korona ketine û 193 kes jî bi heman sedemê canê xwe ji dest dane.

Your browser doesn’t support HTML5

AA_06_04_21_Kêmbûna_Karanîna Vaksînê