Demokratan di Hilbijartinan de Serketinên Girîng bi Dest Xistin

Partîya Demokrat di hilbijartina Sêşemê de li eyaleta Virginia piranîya civata delegeyan bi dest xist û kontrola xwe ya ser meclîsa qanûndanêr jî parast.

Demokratan bi van encaman rê li ber walîyê Komarî Glenn Youngkin girtin ku bikaribe bi hêsanî sîyaseta xwe bimeşîne .

Serketina Demokratan hêvîyên Komarîyên ku berê di beşa jêrîn ya parlamana eyaletî de piranî bûn, pûç kirin û êdî jibo Youngkin dijwartir e ku rojeva xwe ya sîyasî pêşve bibe.

Seroka Partîya Demokrat ya Virginia Susan Swecker dîyar kir ku walî Yongkin û Komarîyên Virginia jibo hikûmeta eyaletê kontrol bikin, çi ji dest wan hatine kirine, lê gelê Virginia ew red kirine.

Glenn Youngkin

“Hemwelatîyên Virginia li şûna tundrêbûnê û şerên çandî, dengên xwe dan wan kesan ku dixwazin kêşeyan çareser bikin,” Swecker got.

Bi serketina Demokratên li Virginia pêşnîyara Youngkin ya bo danîna sînorê kurtajê ya jibo 15 hefteyan têk diçe.

Di wê sînorê de xêncî rewşên tecawuz, ensest û rewşên demûdest yên bijîşkî, kurtaj dihat qedexe kirin.

Qanûndanêrên Demokrat yên li Virginia berê jibo qedexeya ser kurtajê hêzên xwe yên li Civata Senatoran bi kar anîbûn û soz dabûn ku ger ew kontrola civata delegeyan bigirin, ewê heman helwestê nîşan bidin.

Encamên hilbijartinên Virginia jibo hilbijartinên seroktîyê yên sala pêş jî girîng tên dîtin jiber ku ew yek jî swing state anku eyaletên biryarder e.

Demokratan li Kentucky walîyê li ser kar Andy Beshear jinûve hilbijartin û li Ohio jî serketinên girîng bi dest xistin.