Prof. Dr. Îlhan Uzgel: Dibe Ku Erdogan Dest bi Pêvajoyeke Çeraserîyê Bike

Dîmeneke ji ahengeke di dema pêyvajoya aştiyê li Tirkîyê (Arşîv)

Partîya Dad û Pêşketinê (AKP) jibo guherîna hin xalên Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê di 2’yê Mijdarê de serdana Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) kiribû ku di rojeva sîyaseta Tirkîyê bondereke mezin çêkir.

Prof. Îlhan Uzgel, serdana AKP’ê û erêkirina Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî bo Dengê Amerîka (VOA) nîrxand.

Prof. Îlhan Ûzgel,

Uzgel got ku “AKP û MHP bes dixwazin desthilatîya xwe biparêzin, jiber vê jî pêwîstîya wan bi HDP’ê heye.”

Her çiqas Partîya desthilatdar AKP û hevkarê wê MHP bi rengekî erenî nêzî hevdîtina bi HDP’e dibîn jî, gelek partîyên opozîsyonê vê hevdîtinê bi tundî rexne dikin.

Uzgel van her du nêzîkbûnên cuda jî bi hilbijartina Tirkîyê ve girê dide û radigîhîne ku di hilbijartina pêş de him pêwîstîya desthilatîyê û him jî pêwîstîya opozîsyonê bi HDP’ê heye.

“Xala neguherbar ya sîyaseta Tirkîyê ya herî mezin hilbijartin e. Hilbijartin her ku nêz dibe AKP hemû polîtîkayên xwe yê der û navxwe bo qezenckirinê bikar tîne. Li Tirkîyê kîjan alî dibe bila bibe dixwaze ku desthilatdar. Opozîsyon jî wek desthilatîyê dixwaze dengê HDP’ê bigre. Jibo desthilatbûnê pêdivî bi HDP’ê heye.”

Bawerîya opozîsyonê ew bû ku Serokê Giştî yê MHP’ê wê dijî hevdîtina AKP û HDP’ê derkeve. Lê , encam wiha nebû û Bahçelî ev hevdîtin wek tiştekî normal nirxand.

Prof. Uzgel, ev helwesta MHP’ê wek pêdivîya desthilatbûnê dîyar dike.

“Li kêleka AKP’ê, MHP û Partîya Welat heye. Heke AKP dixwaze ser bikeve, hewce van partîyên ligel xwe qane bike û di hêla din de jî pêdivî ye ku bi HDP’ê re têkilîyên xwe xurt bike. Erdgan dizane ku heke vê piştgirîyê negire wê nebe desthilatdar.

Piştî AKP û HDP’ê pirseke girîng jî li Tirkîye ew e ku gelo desthilatî bo çareserkirina pirsgirêka Kurd wê pêvajoyeke çareserîyê ya nû bide destpê kirin yan na?

Prof. Uzgel, bersîva vê pirsê jî wiha rave dike:

“Desthilatî xwe nêzî HDP’ê dike; lê di destekî wî de doza girtina HDP’ê di destê din de jî hevkarîya li gel HDP’ê heye. Serok Erdogan di rewşên wiha de pir serketî ye! Di nav 20 salan de ev yek piştrast kiriye. Dibe ku Erdogan sibê rabe û bêje me pêvajoyeke aştîyê ya nû daye destpê kirin.”

Dema ku ji hilbijartina Tirkîyê re nêzî 7 meh mane, piştî hevdîtina AKP û HDP’ê wisa dîyar dibe ku Îtifaqa Gel û Îtifaqa Milet wê kartên xwe ji niha wir ve pirtir vekirî bilîzin.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

Your browser doesn’t support HTML5

Prof. Dr. Îlhan Ûzgel: Dibe Ku Erdogan Pêvajoyeke Çeraserîyê Bide Destpêkirin