Tîma Futbolê ya Jinan ya Amerîkî Kupaya Zêrîn ya CONCACAF Bir

Tîma futbolê ya jinan ya netewî ya Amerîkî şeva Yekşemê Brezîlya 1-0 têk bir û Kupaya Zêrîn ya Jinan ya CONCACAF qezenc kir.

Lîstikvana Amerîkî Lindsey Horan di dema zêdekirî ya nîvê yekê de bi serê xwe gola maçê tomar kir.,

Tîma Amerîkî, tevî şikestina hember tîma Meksîkî ya di qonaxa gruban de, Kupaya Zêrîn bir ku cara yekê hat organize kirin ku kêbirkeya herêmî ya futbolê xurttir bike.

Di maça Stadyuma Snapdragon ya bajarê San Diego de 31,528 bîlet hatine firotin kişand ser ku ew jî jibo pêşbazîyeke jinan ya CONCACAF girseyeke rekorî bû.

Hêjayî balkişandinê ye ku her du tîmên Amerîkî û Brezîlî mafê beşdarbûna Olîmpîyatên vê havînê yên li Fransa bi dest xistine.