Dîplomatên Amerîkî û Rûsî li Cenevreyê Danûstandinên Stratejîk Dikin

Dîplomatên asta bilind yên Amerîkî û Rûsî, wek beşeke danûstandinên stratejîk îro li Cenevre dicivin ku mijarên kêşebar yên wek çekên navokî û qada sîberî (cyberspace) gotûbêj bikin.

Wendy Sherman, ku di Wezareta Derve de dîplomata jimare duyê ye, îro Pêncşemê bi hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Ryabkov li nûnertîya Rûsî ya li Cenevrê.

Her du alî di hilcivîna navbera Serokê Amerîkî Joe Biden û yê Rûsî Vladimir Putin de biryar dabû ku kanalên danûstandinê zindî bihêlin û civîna yekê di Tîrmehê de li paytexta Swîsre civîbûn.

Berdevkekî Wezareta Derve got ku di rojeva îro de kontrolkirina çekên navokî, bikaranîna feza û Hişberîya Çêkirî (Artificial Intelligence) û babatên qada sîberî hene.

Heman jêder got ku di naveroka gotûbêjên sîberî de mijarên wek êrîşên înternetî û şelandina sîberî tunene û ew danşstandin xwerû li ser mijarên stratejîk û çekên navokî ne.

Demûdest zelal nebû ku di danûstandinên de ti pêşveçûn bi dest ketine yan ne.