Washington Hizra Kêmkirina Alîkarîya ji Misirê re Dike

Karbidestekî bilind yê Amerîkî ji Reuters'ê re dibêje ku Washington hizra kêmkirina beşek ji alîkarîya diravî ya ji Misirê dikin, bi sedema ku Qahîrê qanûnek nû pejirand ku karê rêxistinên sîvîl sînordar dike.

Hikûmeta Misirê dibêje ku qanûna nû jibo parastina ewlekarîya natewî ya welêt pêdivî ye, lê rêxistinên sîvîl bi tundî dijberîya wê dikin.

Heta niha lihevkirinek peyda nebûye ku pêşnîyarek ji Serok Donald Trump û rêvebirîya bilind re were pêşkêş kirin yan ne.

Heman karbidestî bal kişand ku helwesteke xurt heye ku Washington li hember biryara dawî ya Qahîrê bersîvdaneke bi hêz bide.

Misir yek jî hevalbendên herî nêzîk ya Amerîka li Rojhilata Navîn e û hersal 1.3 mîlyar dolar alîkarîya leşkerî û dora 200 mîlyon jî ya aborî werdigire.