Washington jibo Agirbesta li Gazayê Pêşnîyareke Nû Pêşkêş Dike

Filîstînî li Xan Yûnis goristaneke nû amade dikin jiber ku hejmara mirîyan ji 40 hezarî borîye (15/08/2024)

Ajansa Reuters ji zarê daxuyanîya hevbeş ya Misir, Qatar û Amerîka ragihand ku Washington pêşnîyareke nû ya agirbesteke li Gaza anîye pêş.

Li gor daxuyanîya hevbeş, pêşnîyara Amerîkî valahîyên heyî dadigire û dihêle ku peyman bi demûdestî bi cîh were û li ser bingeha prensîbên ku Serokê Amerîka Joe Biden 31ê Gulanê de eşkere kiribûn.

Daxuyanî dibêje ku karbidestên payebilind yên welatên navbeynkar wê hefteya pêş jinûve bicivin ku xebata amadekirina peymanekê bi dawî bikin.

Daxuyanîya hevbeş di vê demê de tê ku danûstanderan jibo gera dawîn yên danûstandinên aştîyê do Pêncşem û îro Înê li Doha civîne.

Jêder: Reuters