Karbidestekî payabilind yê Amerîkî, îro Înê ji Reutersê re got ku hêzên wan hemî dronên Îranî ku li Tengava Hurmuzê nêzî gemîyên wan bifirin, wê bînin xwarê.
“Ger dronên wan pir nêzîkî keştîyên me bifirin, emê bi berdewamî Ii wan xin û wan bînin xwarê,” wî jêderî got.
Karbidestê ku nexwest navê wî eşkere be,da zanîn ku di destê wan de delîl hene ku hêzên wan roja Pêncşemê droneke Îranê ger kiribû.
“Di destê me de delîl zelal hene gemîya Amerîkî ya şerker Boxer firoeke bêmirov ya Îranî anî xwarê û em ser vê yekê piştrast in.”
Pentagonê jî îro Înê ragihand ku ger pêdivî be ew dikarin dîmenên gerkirina drona Îranî bi bîragiştî re parve bikin.
Îranê demeke zûtir ya îro îdia kiribû ku nûçeyên gerkirina drona wê ne rast e jiber ku hemî firokên wê yên bêmirov li Kendavê û Tengava Hurmuzê bi ewlehî vegerîn bingehên xwe.