Amerîka Hişyarî Dide Rûsya ku Piştgirî Nede Operasyona Dijî Îdlibê

Amerîka dîyar kir ku ger artêşa Sûrîyê ya bi piştgirîya Rûsya êrîşî Îdlibê bike, Moskow wê berpirsa "trajedîya mirovahî" be.

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîka Eric Pahon da zanîn ku Amerîka û hevalbendên wê ser "encameke tijî kuştin" ya operasyoneke leşkerî ketine fikaran.

Pahon dîyar kir ku ji 10 zêdetir gemîyên cengê yên Rûs li beravên Derya Sipî ne û Amerîka li dû sedema vê yekê jî ketiye.